Desteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist

Di civîna Desteya Jinan a kantona Dêrazorê de behsa zehmetiyên jin pê re rû bi rû ne û çawaniya xurtkirina rola wan hat kirin. Civîn bi biryarên ku armanca wan veguhastina xebata jinan ji çarçoveya klasîkî ber bi asta sazûmaniya pêşketîtir ve bi dawî bû.

Desteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Jinan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
21 kanûn, 2025   16:50
DÊRAZOR

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê, ji bo nirxandina xebat û çalakiyên salekê, danîna plansaziya 2026ˊan, civîna xwe ya salê li dar xist. 

Civîn li hola Meclisa Çand û Ronakbîriyê ya herêma Meamil bi amadebûna endamên Desteya Jinan, nûnerên ji Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên ji deste û komîteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê hat organîzekirin.

Civînê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. dûre hevseroka yekitiya Cotkaran Sece Huwêdî bixêrhatina haziran kir û girîngî da hevgirtina hêzên jinan ên di beşên hilberînî û siyasî de ji bo xurtkirina aramiya herêmê.

Seroka Desteya Jinan a kantona Dêrazorê Elya El Fenoş rapora salê xwend. Piştre rewşa rêxistinî ya Desteya Jinan li ser asta giştî, çalak û komîteyên jinan ên di hundirê saziyan de hat nirxandin.

Girêdayî mijarê sînevîzyonek li ser destkeftiyên meydanî yên jinan li Dêrazorê di salekê de hat pêşandan.

Di civînê de beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe kirin, herî zêde bal kişandin ser komînên jinan ku weke stûna bingehîn a birêxistinkirina civakî ye.

Beşdaran zehmetiyên jinên ji gundewarê Dêrazorê pê re rû bi rû mane, nîqaş kirin û diyar kir ku dengê jinan di qonaxa nû de dengekî erênî, xurt û sabit e.

Civîn bi van biryaran bi dawî bû:

Aktîvkirina rola jinan bi rêya dewreyên rêveberiyê yên zêde yên ku asta jinan di hemû warên (aborî, tenduristî, perwerdehî û rewşenbîrî) de bilind bikin, da ku beşdarbûneke bibandor û pêşeng misoger bikin.

Danîna plana xebatê ya salane ya berfireh a bi armanca başkirina performansa kar, derbaskirina burokrasiyê û xebata rûtîn ji bo avakirina avahiyek sazûmanî li ser bingeha karîgerî û rêbaza zanistî.

Aktîvkirina nivîsgehên qanûnî di nav hemû desteyên jinan de, ji bo misogerkirina parastina mafên jinan û şopandina dozên wan di çarçoveyên qanûnî û rêxistinî yên zelal de.

Aktîvkirina rola jinan di nav komînan de û gihaştina hejmareke mezin ji jinan li gund û bajaran, bi rêya organîzekirina dewreyên perwerdeyê û konferansên giştî yên ku rola komînan di avakirina civakê de rave dikin.

Bilindkirina asta têkoşîna hevbeş û xurtkirina hevrêzî û hevkariyê bi Kombûna Jinan a Zenûbiya re, di çalakiyên meydanî de, da ku vîzyon û armancên li kantonê yek bibin.

Arşîvkirin û belgekirin: Girîngiyeke mezin didin belgekirina xebat û têkoşîna jinan bi awayekî profesyonel, ji ber ku belgekirin beşek yekgirtî ya xebata îdarî û rêxistinî ye ku mîrata dîrokî ya jinan li herêmê diparêze.

Aktîvkirina nivîsên jinan di nav meclisên bajar û bajarokan de, û balkişandina li ser çareserkirina pirsgirêkên jinan û dabînkirina pêdiviyên wan bi awayekî rasterast di nav saziyên herêmî de.

Hişmendiya fikrî û siyasî: Di nav dewama fermî yên xebatê de demek ji bo bo xwendina komî ya  parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan, bi taybet Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, bê veqetandin. Di heman demê de lidarxistina panelên fikrî û siyasî werin zêdekirin, da ku têgeha azadiya jinê were bicihkirin û kesayetiya zana ku li hember astengiyên siyasî bisekine were gihandin.

(fr)

ANHA