Nobedarên Tişrînê: Em şopdarên rêya şehîdan e

Nobedarên Bendava Tişrînê diyar kir ku hebûna wan a li bendavê domandina xeta şehîdan e û îfadeyeke rast e girêdana wan a bi mîrateya şehîdan ve ye.

Nobedarên Tişrînê: Em şopdarên rêya şehîdan e
25 nîsan, 2025   12:45
BENDAVA TIŞRÎN

Şêniyên ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê ku çalakiya nobetê ya Bendava Tişrînê dewr girtiye, bi boneya Roja Şehîdan (25 Nîsanê) daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Nivîsgeha Rêxistinan a Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cabir Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser çiyayê Qereçoxê hatin bibîranîn û hate gotin: "Di 25’ê Nîsanê de ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî Roja Şehîdan hatiye îlankirin, em bi serbilindî şehîdên leheng ên ku ji bo azadî û rûmeta me berdêlên giran dane, bi bîr tînin. Ji wan şehîdan jî, şehîdên komkujiya Çiyayê Qereçoxê ne. Şehîdên Qereçoxê di berxwedana li hemberî terorê di rêzên pêşîn de bûn û kevirên bingehîn ên avakirina Rêveberiya Xweser û jiyaan hevbeş di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de bûn.

Bi vê boneyê em sivîlên nobedar û beşdarên berxwedana Bendava Tişrînê, em teqez dikin ku hebûna me ya li vî cihî çalakî û stratejîk berdewama xeta şehîdan e, her wiha îfadeyeke rast a girêdana me bi mîrateya mezin e. Xeta şehîdên Bendava Tişrînê berdewamiyeke zindî ya berxwedanê ne."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Berxwedana me ya sivîl a li Bendava Tişrînê berxwedana ji bo aştiyê ye, ji bo rawestandina herîka xwîna sûriyeyan e, ji bo avakirina sûriyeke nû  ya pirrengî ye ku rûmet û mafên gelê me û pêkhateyan wê biparêze. Em ne ji bo şer li vir in, lê ji bo jiyanê li vir in. Em peyama dayikên ku rûndikan li ser zarokên xwe dibarînin, hildigirin. Daxwaza me rawestandina şer û wêraniyê ye û destpêkirina pêvajoyeke rasteqîn a aştî û edaletê ye. Bi vê boneyê em soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarên rêya wan bin. Îradeya me bi hêz e û naşkê heta ku xewna Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî pêk were, ku Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û pêkhateyên din li ser bingehek wekhev bijîn, azadî werin parastin û qurbanî li wan were rêzgirtin."

(bb)

ANHA