Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbat û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
8 mijdar, 2024   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan birayê Rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Her wiha Emîne Konar xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê da.