Çeteyên DAIŞˈê êrişî hêzên Şamê kir

Şaneyên çeteyên DAIŞˈê li bejahiya Suxne ya gundewarên Humisê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir. Hate ragihandin ku di êrişê de leşkerekî Şamê hatiye kuştin.

Çeteyên DAIŞˈê êrişî hêzên Şamê kir
8 mijdar, 2024   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR’ê şaneyên çeteyên DAIŞˈê li bejahiya Suxne ya gundewarên Humisê êrişî nuqteya hêzên hikumeta Şamê kir. SOHR’ê diyar kir ku di êrişê de leşkerekî Şamê hatiye kuştin û hin leşkerên din birîndar bûne.

SOHR’ê ragihand ku piştî êrişê balafirên şer ên Rûsyayê û yên hikumeta Şamê li heman cihî êrişî DAIŞˈê kir, lê tu kuştiyên çeteyan çênebûne.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka îsal de, di êrişên li Çolistana Sûriyeyê (Bediye) de 586 kes (2 zarok, 58 sivîl, 478 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û 50 çeteyên DAIŞˈê) hatine kuştin.

(bb)