‘Hebûna YPJ’ê di nava artêşê de pêdiviyeke ewlehî û civakî ye’

Jinên ji bajarê Çilaxayê hewldanên dûrxistina YPJ'ê ji artêşê red kir û diyar kir ku ev hewldan înkarkirina rola girîng a YPJ'ê ya parastina herêmê û jinan a ji êrişan e. Jinan got hebûna YPJ'ê di artêşê de pêdiviyeke ewlehî û civakî ye.

‘Hebûna YPJ’ê di nava artêşê de pêdiviyeke ewlehî û civakî ye’
10 adar, 2026   04:05
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Jinên ji bajarê Çilaxayê hewldanên dûrxistina YPJ'ê û entegrenekirina wê di nava artêşa Sûriyeyê de red kir.

Sekîne Hec Mehmûd nerazîbûn nîşanî redkirina entegrekirina YPJ'ê di nava artêşê de da û got ev nêzîkatî hedefgirtina îradeya jinên azad e. Sekîneyê bal kişand ser rola YPJ'ê û şerê wê yê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û tevahî êrişên li ser herêmê û got: “YPJ beşeke bingehîn a pergala parastina rewa ya xaka Rojava ye. Wek jin ez piştgiriyê didim rola girîng a YPJ'ê di pêşxistina ewlehî û aramiya gelên herêmê de û nemaze jinan. Jiyana bi ewle ya jinan li Rojava bi hebûna YPJ'ê ve girêdayî ye. YPJ mertalê parastina herêmê û destkeftiyên wê ye."

Ezîme Rustem jî destnîşan kir ku YPJ nasname û hebûna rasteqîn a jinên ji Rojava ye û wiha got: "Hebûna YPJ'ê pêşketineke civakî û çandî di nava civaka Kurd û civakên ku pê re dijîn, çêdike. Rola wan di civakê de gelek maf û hêz daye jinan da ku jin û civakê li hember êrişên ku îradeya jinan hedef digirin biparêzin."

Ezîme Rustem dûrxistina YPJ'ê ji artêşê wek "beşeke arîşeyên berdewam ên ji bo dûrxistina jinan ji lîstina rola wan a bingehîn di civakê de" bi nav kir û got: "YPJ'ê roleke mezin di xurtkirina ewlehiyê de lîst û civaka Rojava diparêze. Hebûna wê di nava artêşê de pêdiviyeke ewlehî ye."

Meyada Remedan bi bîr xist ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve, YPJ'ê roleke cewherî di parastina herêmê de dilîzin û jin jin êrişan parastin. Meyadayê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku YPJ'ê nûnertiya îradeya azad a jinan dikin û got: "Dûrxistina YPJ'ê ji nava artêşê tê wateya berdewamiya paşguhkirina rola jinan û domandina polîtîkayên bindestkirin û zordariyê li dijî wan. Ev bi tevahî nayê qebûlkirin, ji ber ku rola YPJ'ê di parastina ewlehî, aramî û mafên jinan de pir girîng e.”

Meyada Remedan piştgiriya jinan a bi YPJ'ê re anî ziman û destnîşan kir ku hebûna YPJ'ê di nav artêşê de ji bo bihêzkirina jinan di civakê de gaveke bingehîn e.

(bb)

ANHA