Mala Êzidiya banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir

Êzidiyên Helebê banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Mala Êzidiya banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir
9 kanûn 2023   13:22
HELEB

Mala Êzidiyan a Helebê bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî ya li hember rewşa wî ya tenduristî, bi taybet piştî erdheja di 4’ê Kanûnê de li herêmê çêbûye, şermezar kir.

Endama Mala Êzidiyan Çaklîn Birîmo li pêş Mala Êzidiyan a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker bi rêya ferzkirina tecrîda giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan nedayîna tu agahiyekê li ser rewşa wî ya tenduristî, siyasetên krîmînalîzekirinê yên dûrî peymanên girêdayî mafên mirovan pêk tîne.

Mala Êzidiyan di daxuyaniya xwe de anî ziman ku qirkirina li dijî gelê Kurd bi taybet li dijî civata êzidî, nîşaneya mezin a tevkariya hêzên hegemon e û bêyî çareserkirina doza Kurd û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne pêkan e aştî li herêmê misoger bibe û dozên bigirêk çareser bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin divê çalakî dewam bikin, deng û daxwazên wan bigihînin saziyên civaka sivîl û navneteweyî, bi taybet CPT′yê da ku tev bigerin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî aşkera bikin.

(fr)

ANHA