Li Misirê sibê serokkomar tê hilbijartin

Misirî sibê serokkomarê welêt hildibjêrin. Li Misirê 67 milyon hilbijêr hene.

Li Misirê sibê serokkomar tê hilbijartin
9 kanûn 2023   11:09
QAHÎRE
MUHSÎN EL MISIRÎ

10`ê Kanûnê gera yekemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Misirê dest pê dike. Tevî serokkomarê niha Ebdulfettah El Sîsî 3 namzetên din hene.

Ji namzetan Sîsî li pêş e. Nemaze ku kesayetên navdar ên li Misirê tev li hilbijartinan nebûn.

Muxalifê misirî û parlamenterê berê Ehmed El Tentawî ji hilbijartinan vekişiya, ji ber ku nekarî îmzeyên pêwîst kom bike.

NAVÊN NAMZETAN

Tevî Sîsî, serokê Partiya El Wefid Ebdulsened El Yemame, serokê Partiya Gel a Cumhurî Hazim Omer û serokê Partiya Demokratîk a Misirê Ferdî Zehran dikevin hilbijartinan.

Desteya Bilind a Hilbijatinan a Misirê, ji bo her namzetekî sembolek diyar kir. Sembola Sîsî stêrk e, ya Zehran jî Roj e, ya Ebdulsened Yemame dara xurmê ye, ya Hazim Omer jî sembola aştiyê ye.

Misiriyên li derve 1, 2, 3`yê Kanûnê dengên xwe dan.

Li Misirê 67 milyon hilbijêr hene û li 10 hezar û 85 navendan û bi çavdêriya 10 hezar dadgeran dengên xwe dê bidin.

Li gorî qanûna hilbijartinan a Misirê, di propagandaya hilbijartinan de, nabe sembolên olî yan jî mizgeft an jî zanîngeh, avahiyên hikumetê û yên veguhastinê werin bikaranîn.

RAGIHANDINA ENCAMAN

Çaverê ye ku 18`ê Kanûnê encama gera yekemîn a hilbijartinan diyar bibe.

Heke pêwîst kir ku gereke din çêbe, dê hilbijartinên li derve di 5, 6, 7`ê Çileyê de û li hundirê welêt jî di 8, 9, 10`ê Çileyê de li dar bikevin. Encam jî dê di 16`ê Çileya 2024`an aşkera bibin.

Heke Sîsî bi ser bikeve ku îhtîmaleke mezin e, dê heta 2030`î li ser desthilatê be.

Sîsî ji bo ku tev li hilbijartinan bibe, 2019`an di destûrê de guhertinek çêkir. Her wiha dema serokkomariyê jî ji 4 salan derxist 6 salan.

ALOZIYA ABORÎ Û HILBIJARTIN

Li gel aloziya aboriyê ya heyî û daketina nirxê pereyê Misirê, îhtîmal heye ku beşeke mezin a misiriyan tev li hilbijartinan nebe.

Rêjeya dengdayînê di hilbijartinên serokkomariyê yên dawîn de ji sedî 41.5 bû.

Saziyên dewletê bi rêya weşandina reklaman, hewl didin misiriyan teşwîq bikin ku tev li hilbijartinan bibin. Her wiha di heman çarçoveyê de, saziyên olî fetwa derxistin û bang li welatiyan kir ku tev li hilbijartinan bibin.

(şx)