Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku li Girtîgeha Yezid tê ragirtin, tevî ku 3 hefte li ser emelyata wê re derbas bûye jî nayê dermankirin û ji kontrolên tenduristî bêpar tê hiştin.

Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
20 mijdar, 2025   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatin girtin, girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ya li Girtîgeha Yezid tê ragirtin, piştî emelyata hatî kirin, heta niha rê nayê dayîn ku bê dermankirin û ji kontrolên tenduristî hatiye bêparkirin.

Li gorî agahiyên ji kesûkarên nêzîkî malbatê, hatiye ragihandin ku kontrolên tenduristî divê bi rêkûpêk bê kirin û dermankirin baş bê kirin. Lê rêveberên girtîgehê pêşiya vê yekê digirin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku rewşa tenduristî ya Zeyenb Celaliyan pir xirabe û êşa wê pir e. Li gel mijara emelyatê gelek pirsgirêkên din yên tenduristî hene, lê heta niha li girtîgehê ji bo dermankirinê tu hewldan nehatiye kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye Zeyneb Celaliyan sala 2008’an hatiye girtin û piştî 2 salan ji girtinê cezayê darvekirinê lê hate birîn, piştre jî cezayê wê vegeriya girtina heta heta. Gelek caran îşkence lê haitye kirin û tundiya fîzîkî û dernûnî li ser tê kirin.