Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin

Mafê Werîşa Mûradî yê tedawiyê ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, tê astengkirin.

Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
8 gulan, 2025   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Mafê tedawiyê ya Werîşe Mûradî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû girtin, jê re cezayê darvekirinê tê xwestin û li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, tê astengkirin. 

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê parve kirine, nexweşiyên Werîşe Mûradî yên fitqa piştê û stû hene lê nayê tedawîkirin.

Hat destnîşankirin ku bijîşkan 5 meh berê jê re gotine ku divê tavilê emeliyeta bibe lê tevî vê yekê jî rayedarên girtîgehên destûrê nadin Werîşe Mûradî sewqî nexweşxaneyê were kirin.