4 belavkar û bikarhênerên hişbirê hatin destgîrkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku li Helebê 4 belavkar û bikarhênerên madeyên hişbir hatine destgîrkirin.

4 belavkar û bikarhênerên hişbirê hatin destgîrkirin
8 gulan, 2025   13:48
HELEB

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku di encama operasyonên wan de duh li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 4 belavkar û bikarhênerên madeyên hişbir hatine destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di operasyonan de li gel her çar kesan, gelek madeyên hişbir jî hatine desteserkirin ku wiha ne: 385 gram macûna heşîşê, 854 hebên Captagon, 81 hebên hişbir ên cureyên cuda û 70 ml mîsa krîstal.

Her wiha hate diyarkirin ku lêpirsîna li ser bersûcan û lêgerîla li bersûcên din ên endamên torê dewam dike.