Macron: Bêyî rawestandina êrişan û egera diyalogê li Sûriyeyê aramî pêk nayê

Serokê Fransayê Emmanuel Macron daxwaza rawestandina êrişan li Sûriyeyê kir, û diyar kir ku li şûna çalakiyên leşkerî, divê diyalog û danûstandin werin kirin. Macron got ku Fransa dê hewldanên xwe yên siyasî ji bo piştgiriya yekîtî û aramiya Sûriyeyê bidomîne.

Macron: Bêyî rawestandina êrişan û egera diyalogê li Sûriyeyê aramî pêk nayê
17 ÇILE, 2026   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Serok Macron diyar kir ku yekîtî û aramiya Sûriyeyê tenê bi entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di nav dewleta Sûriyeyê de dikare were bidestxistin, ne bi şerkirina li dijî hêzên ku li kêleka civaka navneteweyî li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirine.

Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê fermî yê X`ê hate weşandin, Macron got ku êrişa hikûmetê divê tavilê raweste, û tekez kir ku Fransa û Ewropa nikarin piştgiriyê bidin berdewamiya vê nêzîkatiya leşkerî.

Serokê Fransayê zêde kir ku gihîştina lihevkirinek berfireh li Sûriyeyê mimkun e, ji ber ku biryarnameya serokatiyê ya der barê mafên Kurdan de, ku duh hate pejirandin, gavek di rêça rast de ber bi çareseriyek siyasî ve ye. Macron diyar kir ku welatê wî dê hewldanên xwe yên ji bo piştgiriya pêvajoya danûstandinan, ji bo piştgiriya yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê, bidomîne, û tekez kir ku ev helwest siyaseta welatekî dostê Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê nîşan dide.

(k)

ANHA