Lubnan: Ji bo vegera penaberên Sûriyeyê rewş guncaw e
Wezareta Karên Derve ya Lubnanê diyar kir ku amade ne ji bo vegerandina penaberan, xêzkirina sînor, şerê li dijî qaçaxçîtiyê û çareserkirina kêşeya windahiyan hevkariyê bi Sûriyeyê re bikin. Her wiha diyar kir ku niha şert û mercên guncaw ji bo vegera penaberên Sûriyeyê hene.

Wezîrê karên derve û koçberan ê Lubnanê Yûsif Recî tekez kir welatê wî amade ye bi rayedarên Şamê re li ser vegera penaberên Sûriyeyê bo welatê xwe, kontrolkirina sînor û çareserkirina arîşeyên di navbera her du welatan de û dosyaya kesên winda hevkariyê bike.
Di axaftina xwe ya li civîna wezîrên karên derve yên Ereb a li paytexta Misirê Qahîreyê de, Recî bal kişand ser wê yekê ku "niha şert û mercên Sûriyeyê ji bo vegerandina penaberan guncaw in, piştî ku sedemên penaberiyê ji holê rabûne". Her wiha tekez kir ku Lubnanê di vî warî de gavên berbiçav avêtine.
(k)