Di merasîma oxirkirina şehîdan de soza dewamkirina têkoşînê
Şêniyên kantona Reqayê cenazeyên endama Hîlala Zerîn Diyala Silêman û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Fewaz El Hemada bi mersîmekê spartin axê. Di merasîmê de şehadeta şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Diyaeldîn Termiş jî hate aşkerakirin.
Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, ji bo oxirkirina cenazeyên endama Hîlala Zerîn Diyala Silêman û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Fewaz El Hemada û merasîma xiyabî ya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Diyaeldîn Termiş, ber bi mezargeha şehîdan a bajarokê El Hikûmiyê ya li bakurê bajarê Reqayê ve ketin rê.
Endama Hîlal Zerîn Diyala Silêman di 23’yê Nîsana 2025’an de dema ku bi şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrezorê re beşdarî berxwedana bendava Tişrînê, şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Fewaz El Hemada di Kanûna 2024’an de û şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Diyaeldîn Termiş jî di 8’ê Kanûna 2024’an de di berxwedana li bendava Tişrînê de şehîd bûn.
Merasîmê bi deqîqeyeke rêzgirtina dest pê kir. Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Elî axivî û sersaxî ji bo malbatên şehîdan xwest.
Mihemed Elî wiha pê de çû: "Em li ser navê hêzên leşkerî sersaxiyê ji xwe û malbatên şehîdan ên ku axa xwe bi xwîna xwe av dane dixwazin. Îro em li ser vê xaka paqij radiwestin û ji dayikên şehîdên xwe re dibêjin xemgîn nebin, em zarokên we ne û em ê li ser şopa hevrêyên xwe bimeşin heta ku axa me azad bibe.”
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Reqayê Buseyna Ebdo jî axivî û got got: "Em îro li vir in ji bo xatirê xwe ji komek şehîdên xwe yên ku gihaştine asta şehadetê bixwazin. Duh me xatir ji şehîd Kerem xwest, îro jî em xatir ji şehîd Diyala dixwazin ku her du şehîdan tişên giranbuha feda kirin. "
Piştre belgnenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatanê wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan Diyala Silêman û Fewaz El Hemada bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.
(k)