Keştiyek petrolê li tengava Hurmuzê teqiya

Li tengava Hurmuzê keştiyeke petrolê li mayînekê qelibî û teqiya. Îranê ragihand ku keştê ji xeta deryayî ya hatiye destnîşankirin derketibû.

Keştiyek petrolê li tengava Hurmuzê teqiya
26 tîrmeh, 2026   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Meherê ya Îranê  ragihand ku li tengava Humruzê keştiyeke petrolê ya "Binpêker" li mayînekê qelibî û teqiya.

Li gorî ajansê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî, keştî beriya ku biteqe ji rêya deryayî ya ku ji hêla desthilata Îranê ve hatiye destnîşankirin, derketibû. Der barê encamên teqînê de agahî nehatin dayîn.

Çavkaniyan dane zanîn ku Tehranê gelek caran hişyarî daye ku çi keştiyên ji rêya destnîşankirî derkevin dê encamên vê yekê hilgirin.

(bb)