Lixwemikurhatinên qetilkirina Talib El Ehmed hatin parvekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dîmena lixwemikurhatinên kesên destê wan di sûca qetilkirina hemwelatiyekî li Dêrazorê de heye belav kir.

Lixwemikurhatinên qetilkirina Talib El Ehmed hatin parvekirin
10 gulan, 2025   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe dîmena lixwemikurhatina sûceke qetilkirinê parve kir. Di dîmen de tawanbar li xwe mikur tê ku wî li kantona Dêrazorê hemwelatiyek qetil kiriye. Piştî Hêzên Têkoşîna Dijî Sûca Rêxistinkirî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew tawanbar girt û hûrgirliyên sûca qetilkirina wî ji hemwelatî Talib El Ehmed re yê ji gundewarê rojavayê Dêrazorê, ji ber nakokiyên malbatî aşkera bûn, wî qetilkirin li xwe mikur anî.

(fr)