Serokê desthilata Şamê û qiralê Behreynê li hev civiyan

Serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri û qiralê Behreynê Hemed Al Xelîfe li Behreynê li hev civiyan. Her duyan pêşdeçûnên herêmî û bûyerên li Sûriyeyê û rêbazên piştgiriya ewlehî û îstîqrarê li Sûriyeyê nîqaş kirin.

Serokê desthilata Şamê û qiralê Behreynê li hev civiyan
10 gulan, 2025   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên xwecihî ragihand ku serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri gihîşt Behreynê.

Li gorî çavkaniyan, şandeyeke fermî bi serkêşiya El Şeri gihît Behreynê û ji hêla nûnerê Şahê Behreynê yê Kar û Barên Mirovî û Ciwanan ve li balafirgehê hat pêşwazîkirin.

Ajansa nûçeyan a Behreynê jî diyar kir ku şah Hemed Al Xelîfe di hevdîtinê de bi El Şeri re têkiliyên dualî yên her du welatan, şansên geşkirina wan di tevahî aliyan de, pêşdeçûnên herêmî nîqaş kirin.

Her wiha her du aliyan pêşdeçûnên li qada Sûriyeyê û rêbazên piştgiriya ewlehî û îstîqrarê li Sûriyeyê jî nîqaş kirin.

(fr)