Lîderekî Hemasê li başûrê Lubnanê hat kuştin

Di êrişeke hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser otomobîlekê ya li bajarê Seydayê yê li başûrê Lubnanê de, herî kêm kesek hat kuştin. Dezgehên ragihandinê ragihand ku kesê kuştî lîderekî Hemasê bû.

Lîderekî Hemasê li başûrê Lubnanê hat kuştin
17 sibat, 2025   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku îro di êrişeke hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li dijî otomobîlekê ya li bajarê Sedayê li başûrê Lubnanê de, herî kêm kesek hatiye kuştin.

Ajansê ragihand ku termê kesekî ji otombîlê hatiye derxistin.

Radyoya Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku armanca êrişê kuştina "kesekî navdar ê endamê rêxistinekê” bû.

Kanala El Erebiyê jî diyar kir ku kesê kuştî "Mihemed Şahîn" ê berpirsê leşkerî yê tevgera Hemasê ye.

(k)