Li Zanîngeha Kobanê Fakulteya Zanistên Civakî hat vekirin

Piştî silavên Rêber Apo yên ji Zanîngeha Kobanê re, îro li zanîngehê komxebatek hat lidarxistin û Fakulteya Zanistên Civakî hat vekirin.

Li Zanîngeha Kobanê Fakulteya Zanistên Civakî hat vekirin
Li Zanîngeha Kobanê Fakulteya Zanistên Civakî hat vekirin
Li Zanîngeha Kobanê Fakulteya Zanistên Civakî hat vekirin
Li Zanîngeha Kobanê Fakulteya Zanistên Civakî hat vekirin
29 hezîran, 2025   15:00
KOBANÊ

Îro li Zanîngha Kobanê bi beşdariya bi sedan xwendekar û mamosteyên zanîngehê, endamên û nûnerên saziyan komxebatek li ser felsefeya neteweya demokratîk hat lidarxistin, her wiha Fakulteya Zanistên Civakî jî hat vekirin.

Di komxebatê de Hevserokê Meclisa Zanîngeha Kobanê Ebdulkerîm Elûş axivî û qala girîngiya vekirina fakulteyê kir. Ebdulkerîm got:" Wekî her kes dizane di demê dawî de gelê Kurd berpirsyariyeke dîrokî hilda ser milê xwe. Piştî Rêber Apo silavên xwe ji Zanîngeha Kobanê re şandin. Rêber Apo got divê zanîngeha Kobanê di bin fikrê neteweya demokratîk de tev bigere, ji lew ra jî erka me ye ku em jî li ser wê xetê û rêbazê fakulteya xwe ya Zanistê Civakî vekin."

Dûra jî mamosteya dîrokê Narîn Temo got, " Weke her kes dizane dîrok çavkaniya esasî ye ku her neteweyek pê xwe pênase bike. Em jî li ser wê xetê dîroka xwe ya Kurdî dest bi vekirina vê fakulteyê dikin."

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim semînerek li ser girîngî û naskirina civaka Kurd  da. Şervan Muslim qada komkujiyên li dijî Kurdan hatibûn kirin, naskirina civakeke azad û avakirina karektera jina azad kir û got ev hemû bi rêya paradîgemeya modernîteya demokratîk pêkan in.

Piştra ji mamosteyên zanistên civakî Ridwan Mihemed Elî û Mamoste Firyaz Berkel bernameya fakulteyê şîrove kirin û semînerek li ser girîngiya dîroka Kurd û naskirina civaka wê ji her alî de dan.

Piştî komxebat bi dawî bû, şahiya vekirina fakulteyê hat lidarxistin.

Hêjaye bi bîrxistinê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan der barê hevdîtina Cejna Qurbanê de li ser hesabê X’ê agahiyên balkêş parve kiribûn. Omer Ocalan diyar kiribû ku ku Rêbr Abdullah Ocalan di hevdîtinê de silavên xwe ji Zanîngeha Kobanê re şand û hemû xebatkar, kedkar, xwendekar û akademîsyenên zanîngehê pîroz kir. Birêz Ocalan qîmet û girîngiyeke mezin da xebatên zanîngehana li Rojava. Zanîngeh wek bingeh û hêlîna avakirina fikriyata azadî, wekhevî û demokrasiyê nirxand. Li dijî modernîteya kapîtalîst û dubareyên burokratîk û akademîk; mîsyoneke nû û modern a azadiya ramanî û afirandina fikrî li hebûna zanîngehê bar kir. Li ser term, têgeh û nêzîkatiya paradîgma û perspektîfa nû, bi hebûna Zanîngeha Kobanê bi kelecan û serbilind bû û di xebatan de serketin ji zanîngeh û xwendekaran re xwest."

(mm/bb)

ANHA