Ciwanekî Kurd hate revandin li Efrînê jî binpêkirin berdewam in

Hêzên Ewlekariyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û çeteyên dewleta Tirk, bi hênceta ku di mobile wî de wêne û sembolên kurdî dîtine, ciwanekî kurd li gundewarê Helebê revandin.

Ciwanekî Kurd hate revandin li Efrînê jî binpêkirin berdewam in
29 hezîran, 2025   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê ragihdnd ku duh, li bendeke kontrolê ya hevbeş a Hêzên Ewlekariyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û çeteyên dewleta Tirk, li ser rêya Dêrhafir-Helebê, ciwanê kurd Ednan Ehmed Genco yê 24 salî yê ji gundê Ehrezê yê bakurê Helebê ye, bi hênceta ku di mobile wî de wêne û sembolên kurdî dîtine, revandin û birin cihekî nediyar.

Roja Înê, 27ê Hezîranê, çeteyên dewata Tirk a dagirker welatiyê Kurd ê 66 salî Îbrahîm Hemo Şero ji mala wî ya li taxa Eşrefiyê ya Efrîna dagirkirî revandin.

Li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, welatiyên kurd rastî binpêkirinan tên bêyî ku sûcdar bêne lêpirsîn û darizandin.