Li Zanîngeha Kobanê beş, peymangeh û fakulteyên nû

Di sala xwendinê ya 2024-25’an de li Zanîngeha Kobanê peymangehek û beşek nû hatin vekirin, çarçoveya fakulteyekê hat berfirehkirin û peymangehek jî wekî fakulteyekê ji nû ve hatin rêxistinkirin.

Li Zanîngeha Kobanê beş, peymangeh û fakulteyên nû
27 tebax, 2024   10:49
KOBANÊ

Zanîngeha Kobanê 10'ê Kanûna 2017'an bi 2 fakulteyan (Fakulteya Zanistên Sereke ’fîzya, kîmya û bîrkarî’ û Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî) hat vekirin. 

Di 7 salan de fakulteya Perwerde û 4 peymangeh (Peymangeha Bijîşkî-hemşîre, laboratuwar û dermanxane, Peymangeha Teknîkî-Komputur, Elektrîk, Mekanîk, Peymangeha Zanistên Rêveberî û Qanûnî, Peymangehên Zanistên Perwerdehiyê) hatin zêdekirin.   

Li zanîngeha ku 209 mamoste û rêveber hene, li gorî rêjeya sala xwendinê ya 2023/2024ˊan hezar û 250 xwendekar dixwînin.

Di sala xwendinê ya 2023/2024'an de 250 xwendekar ji fakulte û peymangehan derçûn.

BEŞÊN NÛ  

Li gorî agahiyên ku Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim dane ANHA’yê, li herêmê serlêdanên xwendekaran û daxwaza vekirina beşên nû zêde bûye. Lewma di çarçoveya pêdiviyan de biryara vekirina peymangeh û beşek nû hatiye dayîn.

Piştî amadekariyan jî Peymangeha Bilind a Ragihandinê ku dê dema xwendina wê 3 sal bin û girêdayî fakulteya Perwerdeyê jî, Beşa Baxçeyê Zarokan hatiye vekirin.

Beşa Baxçeyê Zarokan wê tenê ji bo xwendekarên jin be û dema xwendina wê jî wekî 4 sal hatiye diyarkirin.

Amadekariyên herdu peymangeh ên ji bo sala xwendinê ya 2024-2025’an hatine kirin û dest bi qebûlkirina serlêdanan hatiye kirin.

PEYMANGEH VEGURENTIN FAKULTEYÊ

Rêveberiyê di çarçoveya mezinbûna kapasîteya zanîngehê de, peymangehek veguherand fakulteyê û çaroçeya fakulteyekê jî fireh kiriye.

Di vê çarçoveyê de li Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî ku heta niha tenê zimanê Kurdî û wêjeya wê dihat dayîn, beşên wêjeya Erebî û wêjeya Ingilîzî hatin zêdekirin. Bi zêdekirinê re navê fakulteyê jî wekî Fakulteya Wêjeyan hat guhertin.

Peymangeha Îdarî û Qanûnê ku dema xwendina wê 2 sal û nîv bûn, wekî Fakulteya Hiqûqî hatiye vegehertin û dema xwendina wê bûye 4 sal.

(a)

ANHA