Ji gerîla çalakiyên hewayî

Yekîneya Şehîd Dogan Zinar li Zapê 2 caran ji hewayê li artêşa Tirk a dagirker xist. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, 3 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin, derb li 4 konan hate xistin.

Ji gerîla çalakiyên hewayî
27 tebax, 2024   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyek de çalakiyên Yekîneya Şehîd Dogan Zinar di navbera 18 û 24'ê Tebaxê de agahî dan.

Daxuyanî wisa ye:

"Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar di navbera 18 û 24'ê Tebaxê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li bragehên dagirkeran xist.

Li Girê Amediyê û Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran ji hewayê li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de bi qasî ku me zelal kir dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 3 çeper û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin, derb li 4 konan hate xistin."