Li Xezayê êrişên dijwar

Artêşa Îsraîlê bi obîs û balafiran bakur û rojhilatê Xezayê bi dijwarî topbaran û bombebaran kirin.

Li Xezayê êrişên dijwar
15 kanûn, 2025   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê îro gelek deverên Xezayê bi dijwarî topbaran û bombebaran kirin. Der barê zirarên mirovî yên êrişan de agahî nehatin parvekirin.

Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê bi obîsan herêmên rojhilatê taxa Zeytûn a başûrê rojhilatê Xezayê û herêmên rojhilatê bajarê Dêr Belehê yê naverasta Xezayê topbaran kirin.

Li bajarê Xan Yûnisê jî yê başûrê Xezayê balafirên şer ên Îsraîlê gelek dever bombebaran kirin. Di heman demê de bi tank û erebeyên leşkerî jî lêgerîna li "Xeta Zer" zêdetir kirin û filistîniyên ku nêzî vê xetê bibin, dikin hedef.

Li Refehê jî balafirên Îsraîlê gelek cih bombebaran kirin. Balafirên şer ên Îsraîlê bi kêmî 5 moşekan li taxa Cenînê ya rojhilatê Refehê da.

Artêşa Îsraîlê li herêmên rojhilatê bajarê Xezayê bi taybetî taxa Şûcaiyê, herêmên rojhilatê kampa Cibalya ya bakurê Xezayê topbaran kirin. Li gorî çavkaniyên xwecih, artêşa Îsraîlê bi mebesta keşf û çavdêriyê yekîneyeke leşkerî li herêmên rojhilatê kampa Cibalyayê kir.

Der barê encamên êrişan de tu daxuyanî nehatin dayîn.

(b)