Li Xezayê di bombebaranê de 5 kes hatine kuştin

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên Xezayê artêşa Îsraîl Xeza bombebaran kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Li Xezayê di bombebaranê de 5 kes hatine kuştin
29 tebax, 2026   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro artêşa Îsraîl taxa El Tifah û El Zeytûn ên dikevin rojhilatê bajarê Xezayê bi tankan topbaran kir û bi dronan herêma bakurê Xan Yûnis bombe baran kir. 

Li gorî çevkaniyên ji tenduristiyê di encama bombebarankirina bakurê Xan Yûnis ji malbatekê 3 kes hatine kuştin.

Heman çavkaniyên tenduristiyê agahî dan ku di encama bombebarankirina bajarê Xezayê de 2 kes hatine kuştin û birîndar hene û yek ji wan zarok e.

Her wiha hêzên Îsraîl li kolana El Selasîn a bajarê Xezayê matorsklêtek û nêzî Ensar konekî ku tê gotin alîkariya koçberan dikir, bombe baran kir.

(np)

ANHA