Li Xezayê 50 Kes hatin kuştin

Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de 50 kes ku 22 jê zarok in, hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku di operasyonên xwe yên dawîn de êriş li dijî 30 fermandarên Hemasê kirine.

Li Xezayê 50 Kes hatin kuştin
29 cotmeh, 2025   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl a Xezayê aşkera kir ku di êrişên artêşa Îsraîlê de ku duh bi şev dest pê kirine, 50 kes hatine kuştin.

Berdevkê Parastina Sivîl Mehmûd Besel ji AFP re got: "Dagirkeriyê ji şeva borî heta îro sibehê bi dehan êrişên hewayî û topbaran pêk anîne ku ev yek binpêkirina aşkera ya peymana agirbestê ye."

Her wiha aşkera kir ku nêzîkî 200 kes li deverên cuda yên Xezayê birîndar bûne û rewş wek "felaket û tirsnak" bi nav kir.

Artêşa Îsraîlê jî piştî êrişên roja Sêşemê, ji nû ve agirbest li Xezayê ragihand. Artêşê îdia kir ku wê êriş biriye ser zêdetirî 30 fermandarên "terorîstan" li Xezayê. Di daxuyaniya artêşê de hat gotin: "Piştî rêzeêrişên berfireh ên li ser bi dehan dever û terorîstan, artêşê dîsa agirbest ragihand, piştî ku agirbest ji hêla rêxistina terorîst a Hemasê ve hate binpêkirin."

Li gorî agahiyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wekî pêbawer tê dîtin, di encama êrişên Îsraîlê yên dawîn de herî kêm 68 hezar filistînî hatine kuştin.

(k)