Li Xezayê 17 kes hatin kuştin

Di êrişeke Îsraîlê ya li ser dibistaneke tijî koçber a li Xezayê de 17 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku wê endamên Hemasê kirine hedef.

Li Xezayê 17 kes hatin kuştin
21 îlon, 2024   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Dîfa Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel bi daxuyaniyekê ragihand ku di bombebarana artêşa Îsraîlê ya li dijî Dibistana Zeytûn C`yê de herî kêm 17 kes hatine kuştin ku 8 jê zarok in. Her wiha zêdetirî 30 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan zarok in.

Besel diyar kir ku di dibistana li taxa Zeytûn a li başûrê rojhilatê Xezayê de bi hezaran koçber hene.

Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku wê endamên tevgera Hemasê kirine hedef.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê roja şemiyê ragihand ku 5 karmendên wê bi guleyên artêşa Îsraîlê hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve zêdetirî 41 hezar filistînî hatine kuştin.

Li gorî hikumeta Îsraîlê jî zêdetirî 17 hezar çekdar hatine kuştin.

(şx)