Li Efrînê di navbera komên çeteyan de şer derket

Li bajarokê Bilbilê yê bajarê Efrînê şer di navbera komên çeteyan de derket.

Li Efrînê di navbera komên çeteyan de şer derket
21 îlon, 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Bilbilê yê bajarê Efrînê şer di navbera çeteyên "Hemzat” û “Emşat" û çeteyên "Siqûr El Şemal" de derket.

SOHR’ê diyar kir ku şer piştî ku çeteyên "El Hemzat" û "El Emşat" hewl da ber bi gundê Şêxurzê yê Bilbilê yê di bin dagirkeriya çeteyên "Siqûr El Şemal" de biçin, qewimî.

SOHR’ê ragihand ku çeteyên "Siqûr El Şemal" 2 maşîneyên leşkerî yên çeteyên "El Hemzat" û "El Emşat" desteser kirine.

(bb)