Li Wanê û Stenbolê 3 rojnamevan hatin destgîrkirin

Nûçegihanê MA’yê Ferhat Sezgîn û nûçegihanê Rojnameya Yenî Yaşamê Sema Korkmaz û li Wanê rojnamevan Medîne Mamdeoglû hatin destgîrkirin.

Li Wanê û Stenbolê 3 rojnamevan hatin destgîrkirin
3 nîsan, 2024   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

3 rojnamevanên çalakiyên li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê dişopandin, hatin destgîrkirin. Li Esenyûrta Stenbolê nûçegihanê MA’yê Ferhat Sezgîn ku meşa hat lidarxistin dişopand û nûçegihanê Rojnameya Yenî Yaşamê Sema Korkmaz û li Wanê rojnamevan Medîne Mamdeoglû hatin destgîrkirin.