Li Urdinê civînek têkildarî Sûriyeyê tê lidarxistin

Îro li Urdinê dê civîneke wezîrên karên derve yên der barê Sûriyeyê de were lidarxistin.

Li Urdinê civînek têkildarî Sûriyeyê tê lidarxistin
14 kanûn, 2024   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên karên derve yên Urdin, Erebistana Siûdî, Iraq, Lubnan, Misir, Îmarat, Behreyn û Qeterê dê îro li ser mijara Sûriyeyê li bajarê Eqebe yê Urdinê bicivin.

Di civînê dê rêbazên piştevaniya proseya siyasî ya ji bo serxistina pêvajoya derbasbûnê ya li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254ˈan were nîqaşkirin.

Çavkaniyên ji Urdinê diyar kir ku ku dê wezîrên karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û yê Amerîkayê Anthony Blinken, nûnera Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewopayê Kaya Kallas û nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen jî beşdar bibin.

(bb)