Li Ukraynayê di mehekê de 274 kes hatin kuştin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di Gulana îsal (2026) de li Ukraynayê de 274 sivîl hatine kuştin û hezar û 763 kes jî birîndar bûn. NY‘yê ev bîlanço wek a herî giran ji destpêka şerê Rûsya-Ukraynayê (2022) ve destnîşan kir.

Li Ukraynayê di mehekê de 274 kes hatin kuştin
13 hezîran, 2026   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî bîlançoya şerê Rûsya û Ukraynayê ku ji Nîsana 2022‘yan ve dewam dike, raporek parve kir.

NY‘yê diyar kir ku di Gulana îsal de 274 sivîl li Ukraynayê hatine kuştin û hezar û 763 kes jî birîndar bûne. NY‘yê ev bîlanço wekî ya herî giran ji destpêka şer ve destnîşan kir û da zanîn ku hejmara qurbaniyan li gorî Gulana par (2025) bi rêjeya ji sedî 93 bilind bûye.

Li gorî raporê, di Gulana par de 191 kes hatibû kuştin û 865 kes jî birîndar bûbûn. Hate diyarkirin ku ji sedî 45’ê wan ji ber êrişên bi mûşek û dronan bûne qurbanî, piraniya wan li bajarên dûrî xetên şer ên wekî Kîev û Dnipro ne.

Di raporê de hate destnîşankirin ku di Gulanê tenê de 64 kes ji ber êrişên dronan hatine kuştin û 539 kes birîndar bûne.

Li gorî NY‘ye, ji destpêka 2022‘yan ve zêdetirî 16 hezar sivîl hatine kuştin û zêdetirî 46 hezar birîndar bûn. Her wiha îşaret pê kir ku dibe hejmar ji vê yekê bêhtir be, ji ber ku tîmên NY‘yê nikarin xwe bigihînin herêmên di bin kontrola Rûsyayê de û qurbaniyan belge bikin.

(bb)