Îsraîl êrişên xwe yên li ser başûrê Lubnanê ne rawestandiye

Hate ragihandin ku li başûrê Lubnanê di êrişa hêzên Îsraîlê de kesek hat kuştin. Bang li niştecihên 20 gund û bajarokan hatin kirin ku herêmê vala bikin.

Îsraîl êrişên xwe yên li ser başûrê Lubnanê ne rawestandiye
13 hezîran, 2026   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di wextekî de ku dan û standinên navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îran didomin, Îsraîl bombebarana xwe li ser başûrê Lubnanê kêm ranewestandiye. 

Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê îro (şemiyê) bajarokê Mareka yê başûrê Lubnanê bombebaran kir, di encamê de kesek hate kuştin.

Ajansa Neteweyî ya Lubananê (NNA) ragihand ku droneke Îsraîl devera Cebane ya girêdayî bajarokê Mareke ya li başûrê Lubnanê bombebaran kir. Duh bi şev jî balafirên şer ên Îsraîl bajarokê Dêr El Zehranî yê girêdayî navçeya El Nebetiyê 3 caran bombebaran kirine.

Li gorî agahiyên ku heman ajansê parve kirine, hêzên Îsraîl li bajarê Bint Cibêlê yê başûrê Lubnanê mal û saziyên fermî helweşandine û bajarokê Serîfa yê girêdayî navçeya Siwer ê başûrê Lubanên jî topbaran kir.

Artêşa Îsraîl ji şêniyên 20 gundên girêdayî navçeya El Nebetiyê û Cezîn û hin bajarokên din ên başûrê Lubnanê  xwest ku dimildest gundan vala bikin.

(np)