Li Tişrînê çeteyek hat girtin, 5 wesayît hatin rûxandin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li derdora Bendara Tişrînê çeteyek bi saxî girt. Her wiha 10 cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan.

Li Tişrînê çeteyek hat girtin, 5 wesayît hatin rûxandin
23 kanûn, 2024   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê mijarê daxuyaniyek belav û ev agahî parve kirin: 

“Di hemleya ku li derdora Bendava Tişrînê li dijî çeteyan hat pêkanîn de, gelek çete hatin kuştin û 5 wesîtên wan hatin rûxandin. Çeteyek bi saxî hat girtin, cenazeyên 10 çeteyan jî ketin destê hêzên me.”

(a)

ANHA