Serdanên girseyî ên şîna rojnamevan Nazim Daştan didomin

Serdanên girseyî yên li mala şînê ya li Giyadînê ya ji bo rojnamevan Nazim Daştan ê ku bi nûçegahana me Cîhan Bîlgîn re hat qetilkirin, dewam dikin.

Serdanên girseyî ên şîna rojnamevan Nazim Daştan didomin
23 kanûn, 2024   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo rojnamevan Nazim Daştan ê ku bi hevala xwe ya rojnameger Cîhan Bîlgîn re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat qetilkirin, li Giyadîna Agiriyê şîn hat danîn. MEBYA-DER, TUHAY-DER, Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, DEM Parti çûn şînê.

 Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Wanê Xanim Kaya da zanîn çapemeniya azad tariyê ronî dikin û ew ê ji ser rêya wan veneqetin.

 Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr da zanîn ev êrişên li ser gelê kurd ne yekemîn e û got divê kurd li gel hevdu bisekinin.