Dîlan: bila ji bo Nazim û Cîhan Komîsyona LêkoLînê ya Meclîsê bê avakirin

Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana me Cîhan Bîlgîn pêşnûmeyek pêşkêşe Meclîsê Tirkiyê kir.

Dîlan: bila ji bo Nazim û Cîhan Komîsyona LêkoLînê ya Meclîsê bê avakirin
23 kanûn, 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentera bajarê Rihayê ya bakurê kurdstanê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kûnt Ayan têkildarî rojnamevan Nazim Daştan û nûçegahana me Cîhan Bîlgîn ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê hatin qetilkirin, pêşnûmeyek pêşkêş kir.

Parlamenter Dîlan Kûnt Ayan diyar kir ku dewleta Tirk bi qetilkirina rojnamevanan re sûcê şer kiriye û xwest Komîsyona LêkoLînê ya Meclîsê bê avakirin.

Di pêşnûmeyê de hate xwestin, komîsyon kuştina rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, girtin, binçavkirin û lêpirsîna li hemberî rojnamevanan lêkolîn bike.