Li Tirbespiyê civîna pêkhateyan: Em li hember fitneyan derkevin

Pêkhateyên bajarê Tirbesiyê di civînekê de diyar kir ku pêwîst e ew li hember tevahî hewldanên derxistina fitneyan, têkbirina ewlehî û aramiyê bisekinin.

Li Tirbespiyê civîna pêkhateyan: Em li hember fitneyan derkevin
Li Tirbespiyê civîna pêkhateyan: Em li hember fitneyan derkevin
Li Tirbespiyê civîna pêkhateyan: Em li hember fitneyan derkevin
Li Tirbespiyê civîna pêkhateyan: Em li hember fitneyan derkevin
Li Tirbespiyê civîna pêkhateyan: Em li hember fitneyan derkevin
Li Tirbespiyê civîna pêkhateyan: Em li hember fitneyan derkevin
21 ÇILE, 2026   19:55
QAMIŞLO

Li Dêra Meryem El Ezra ya bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê civîna pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî bi beşdariya oldar û rûspiyan hat lidarxistin.

Di civînê de keşe Seman Îsa, nûnerê pêkhateyên bajêr mamoste Nûredîn Şakir, rûspiyê eşîra El Cewale Ehmed Reşîd, ji pêkhateya Êzidî Berzan Silo û ji Kongreya Îslama Demokratîk Mela Silêman Ehmed û hejmarek xelkê bajêr amade bûn.

Beşdaran girîngî da yekrêziyê di vê qonaxa krîtîk de, xurtkirina yekitiya pêkhateyan li dijî hewldanên derxistina fitneyan û têkbirina aramiyê.

Di dawiyê de banga hevgirtinê û xebateke hevbeş ji bo parastina herêmê, misogeriya aştiya navxweyî û bicihanîna nirxên jiyana kollektîf di nava tevahî pêkhateyan de hat kirin.

(fr)

ANHA