Li Tirbespiyê êriş: Kesek hat kuştin, hevjîna wî birîndar bû

Li Tirbespiyê di êrişa li dijî wan de şêniyek hat kuştin û hevjîna wî birîndar bû. Hêzên Asayîşê û Serdozgeriya Giştî der barê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Li Tirbespiyê êriş: Kesek hat kuştin, hevjîna wî birîndar bû
6 tîrmeh, 2026   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Tirbespiyê çekdarên nenas gule şêniyê bi navê Silêman Diêş El Qeso (45) û hevjîna wî reşandin. Silêman El Qeso di cih de hat kuştin û hevjîna wî Nesrîn El Nasir jî birîndar bû.

Êriş li taxa Colanê ya bajêr dema ku El Qeso û hevjîna xwe di erebeya xwe de bûn, pêk hat.

Hêzên Asayîşê û Serdozgeriya Giştî tavilê berê xwe da cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin.

Nasnameya êrişkaran û sedema êrişî hîna nehatine zanîn. Lê li gorî hin agahiyan sedema girêdayî xwîndariyê ye.

(bb)