Şaredariya Qamişloyê ji sedî 50 zîftkirina rêyan pêk aniye

Şaredariya Gel a Qamişloyê zîftkirina rêyên xirabbûyî didomîne û heya niha ji sedî 50 pêk hatiye.

Şaredariya Qamişloyê ji sedî 50 zîftkirina rêyan pêk aniye
Şaredariya Qamişloyê ji sedî 50 zîftkirina rêyan pêk aniye
Şaredariya Qamişloyê ji sedî 50 zîftkirina rêyan pêk aniye
Şaredariya Qamişloyê ji sedî 50 zîftkirina rêyan pêk aniye
Şaredariya Qamişloyê ji sedî 50 zîftkirina rêyan pêk aniye
Şaredariya Qamişloyê ji sedî 50 zîftkirina rêyan pêk aniye
Şaredariya Qamişloyê ji sedî 50 zîftkirina rêyan pêk aniye
Şaredariya Qamişloyê ji sedî 50 zîftkirina rêyan pêk aniye
6 tîrmeh, 2026   13:43
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Şaredariya Gel a Qamişloyê 12`ê Gulanê xebatên zîftkirina rêyan dabûn destpêkirin. Di xebatê de ku bi çavdêriya aliyên têkildar ên şaredariyê têne kirin, hejmareke rêyên ku tevgera çûn û hatinê lê zêde ne ku Çerxerêya Sonî, Çerxerêya El Şerq, Çerxerêya Efrîn, Taxa Cûdî, Kolana Şehîd Rênas, Kolana Amûdê, Kolana Peymangehê (El Mehed), Kolana Şehîd Îsa Hiso û hinek kolanên nava taxan de hatin zîftkirin.

Şaredariya Gel diyar kir ku ew beriya zîftkirinê, kolanê sererast dikin û îsfeltê datînin, niha ji bo zîftkirina 3 kolanên kêlekê li nava Kolana Şehîd Îsa Hiso de jî amadekarî tên kirin.

Şaredariya Gel di qonaxa heyî de kolanên taxa Hilêliyê (taybet rêyên derdora Zanîngeha Rojava), Kolana Siyahî, Kolana Postexaneyê-Çerxerêya Şehîdan zîft kirine.

Heya niha ji sedî 50 xebatên zîftkirina rêyan pêk hatiye. Xebatên zîftkirina rêyan li gorî plana hatiye diyarkirin, dewam dike.

(sb)

ANHA