Li Til Temirê wêneyên piştgiriya YPJ`ê hatin daleqandin

Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Kongra Strar wêneyên şervanên jin yên di nava YPJ`ê de şehîd bûne, li bajarê Til Temirê daleqandin.

Li Til Temirê wêneyên piştgiriya YPJ`ê hatin daleqandin
Li Til Temirê wêneyên piştgiriya YPJ`ê hatin daleqandin
Li Til Temirê wêneyên piştgiriya YPJ`ê hatin daleqandin
Li Til Temirê wêneyên piştgiriya YPJ`ê hatin daleqandin
Li Til Temirê wêneyên piştgiriya YPJ`ê hatin daleqandin
Li Til Temirê wêneyên piştgiriya YPJ`ê hatin daleqandin
10 gulan, 2026   14:04
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya YPJ`ê ku ji hêla Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, di 26`ê Nîsanê de hatiye destpêkirin de, Kongra Strar wêneyên şervanên jin yên di nava YPJ`ê de şehîd bûne, li bajarê Til Temirê daleqandin.

Wêne li deriyê bajêr yê başûr, deriyê rohilat û çerxêraya Qendîlê hatin daleqandin.

Beşdarên çalakiyê xwestin ku YPJ`ê wek beşkî fermî yê Wezareta Parstinê ya Sûriyeyê were naskirin.

(k)