38 partî û tevgerên siyasî der barê zimanê kurdî de daxuyanî da

38 tevger û partiyên li Sûriyeyê diyar kirin ku her projeyeke nîştimanî li Sûriyeyê ne li ser esasê paşguhkirinê, lê li ser esasê tevkariya rasteqîn û hevdin qebûlkirin tê avakirin. Partî û hêzên siyasî di daxuyaniyeke hevbeş de xwestin mafên çandî û neteweyî yên gelê Kurd di destûrê de werin parastin.

38 partî û tevgerên siyasî der barê zimanê kurdî de daxuyanî da
10 gulan, 2026   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevger û partiyên li Sûriyeyê di daxuyaniyeke hevbeş de diyar kir ku zimanê Kurdî nasnameya neteweyî ya gelê Kurd e û beşekî resen ji pirrengiya çandî li Sûriyeyê  ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, zimanê kurdî zimanekê gelekî resen e ku ji hezarên salan ve li ser vê axê dijîn, her wiha rihê neteweyekê ye ku îmha nabe û Kurdan bi xwîna xwe û hafîzeya xwe parastina wê ji hewldanên asîmîlasyonê kirine.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku naskirina zimanê kurdî wekî zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî gefê li ser yekparbûna welat çênake, lê gaveke girîng ji bo pêşxistina tevkariya nîştimanî, nirxên edalet û hemwelatîbûnê wekhev ye, di heman demê faktora hêz, dewlemendiya pirrengiya neteweyî û çandî li Sûriyeya siberojê ye.

Partî û tevgeran nêzîkatiyên hikumeta demkî ya rakirina nivîsa Kurdî li ser tabeleya Koşka Dadweriyê ya Hesekê şermezar kirin û diyar kir ku "Ev nêzîkat nîşanî hişmendiya dûrxistinê ye û ne li gorî rewşa pirrengiya neteweyî û çandî li Sûriyeyê ye. Dîsa jî li dijî biryara 13'an a têkildarî parastina taybetmendiyên gelê Kurd e. "

Hate gotin "Ev nêzîkatiyên xeternak dibe ku aloziyan di navbera pêkhateyên herêmê de çêbike û gelê Kurd arasteyî bersivdayîna hewldanên xirab ên derxistina fiteyan û lîstina bi bendên peymana 29'ê Çileyê bike. Ya ku vê tevgerê hîn xeternaktir dike nakokiya eşkere di helwestên hikumeta demkî de ya di nêzîaktiyên wê bi zimanên din re. Hikumet hebûna zimanê Tirkî li ser nîşanên nasnameyê li deverên Kurdî yên dagirkirî û li seranserê bakurê Sûriyeyê wekî binpêkirina serweriya Sûriyeyê nabîne. Lê zimanê Kurdî di nav bajar û herêmên dîrokî yên Kurdan de wekî tiştek redkirî an neqanûnî dibîne."

 Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku rêzgirtina li mafên çandî û neteweyî yên gelê Kurd, di serî de mafê bikaranîna zimanê dayikê li sazî û qadên giştî ne îmtiyazek e ku tê dayîn, lê mafek xwezayî û rewa ye ku ji hêla prensîbên edalet, mafên mirovan û nirxên jiyana rasteqîn a di navbera pêkhateyên welat de tê garantîkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê zimanê kurdî û tevahî mafên gelê Kurd li gorî qanûnên navneteweyî di destûra Sûriyeyê de werin qebûlkirin û hate gotin: " Her projeyek neteweyî ku dixwaze Sûriyeyek aram, piralî û nenavendî ava bike, nikare li ser zihniyeta înkar û dûrxistinê were avakirin. Lê belê li ser naskirina hevbeş û şirîkatiya rastîn di navbera hemû pêkhateyan de tê avakirin."

Partî û tevgerên ku daxuyanî dane ev in:

1-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

2-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

3-Partiya Kesk a Demokrat

4-Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê

5-Partiya Lîberal a  Kurdî li Sûriyeyê

6- Partiya Komunîst a Kurdistanê

7-Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriye (PDK-S)

8-Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriye

9-Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

10-Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

11-Partiya Sûriyeya Pêşerojê

12-Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

13-Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriya

14-Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK)

15-Heyee El Weteniye El Erebiye (Desteya Nîştimanî ya Erebî)

16-Partiya Pêşxistin û Avakirin a Sûriyeyê

17-Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê

18-Tevgera Îslah- Sûriyeyê

19-Partiya Asûrî ya Demokrat

20-Partiya Biratiya Kurdistan (PBK)

21-Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

22-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

23-Kongra Star

24-Partiya Muhafizkaran

25-Partiya Têkoşîna Demokrat

26-Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê

 

27-Partiya Demokrat  a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

28-Tevgera Guhertina Demokratîk

29-Yekitiya Ermenî

30-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

31-Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Partî(

32-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriye

33- Partiya Çep a Şoreşgerî ya Sûriyeyê

34-Partiya Soraya

35- Partiya Muhafizkaran a Kurdistanê

36- Partiya Kombûna Demokrat a Sûriyeyê

37- Şepêla Sûrî ya Çeksaziyê

38-Partiya Pêşxistina û Avakirinê ya Sûriyeyê.

(bb)