Li Til Temirê mayîn teqiya: 5 zarok birîndar bûn

Li gundê Til Hemamê yê rojavayê Til Temirê 5 zarok di encama teqîna mayînekê de birîndar bûn.

Li Til Temirê mayîn teqiya: 5 zarok birîndar bûn
Li Til Temirê mayîn teqiya: 5 zarok birîndar bûn
Li Til Temirê mayîn teqiya: 5 zarok birîndar bûn
Li Til Temirê mayîn teqiya: 5 zarok birîndar bûn
19 tebax, 2026   19:36
HESEKÊ

Li derdora gundê Til Hemamê yê rojavayê bajarê Til Temirê 5 zarok dema li ber pez bûn mayîn bi wan ve teqiyan û birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Xabûrê ya Til Temirê û destwerdana lezgîn dîtin. Zarokên bi navê Îbrahîm Ebducasim (17) û Muhened Xelef Ilêwî (12) ji ber birîna wan a giran veguhestin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

Zarokên bi navên Ebdurehman Mehmûd (14) ji lingê xwe yê rastê, Ûsama Hesen Seqir (13) ji çoga xwe ya rastê û zikê xwe, her wiha Leys Eseed Şihaze (10) jî ji lingê xwe yê rastê birîndar bûne.

(bb)

ANHA