Amadekariya “Festîvala Bazara Sûriyeyê” tê kirin

Kampaniya Şemal a Reklaman bi hevkariya Gerînendeya Çandê ya Hesekê dê bi sernavê “Festîvala Bazara Sûriyeyê”, di navbera 25-29’ê Îlonê (2026) de festîvalekê li bajarê Qamişloyê li dar bixe. Kampaniya Şemal niha amadekariya festîvalê dike.

Amadekariya “Festîvala Bazara Sûriyeyê” tê kirin
20 tebax, 2026   03:39
QAMIŞLO

Kampaniya Şemal a Reklaman bi hevkariya Gerînendeya Çandê ya Hesekê dê bi sernavê “Festîvala Bazara Sûriyeyê” festîvalekê li bajarê Qamişloyê li dar bixe. Festîval dê di navbera 25-29’ê Îlonê (2026) de li Parka Azadî bê lidarxistin. Sponsorê fermî yê festîvalê Kampaniya Şemal a Reklaman e. 

Festîval dê ji demjimêr 17.00’an heta 23.00’an (yanî ji 5’ê êvarê heta demjimêr 11’ê şevê) bidome.

Li gorî agahiyên me ji Kampaniya Şemal girtine, niha xebatên festîvalê di asta amadekariyê de ne, Kampaniya Şemal bi şîrketên bazirganiyê û hunermendan re amadekariyê dike.

Kompaniyê heta beşdariya 220 şîrketan cih veqetadiye û dê heta 23’ê Îlonê deriyê serlêdanan vekirî bimîne. Şîrketên Sûriyeyî û şîrketên navnetewî yên li Sûriyeyê kar dikin, dikarin beşdarî festîvalê bibin.

Di festîvalê de, dê xwirek, cil û berg, amûrên teknolojîk, pêwîstiyên malan, her tiştên li bazarê bê pêşkêşkirin.

Di festîvalê de her roj demjimêrek dê ji çalakiyên hunerî re bê veqetandin. Heta niha hunermendên ku beşdar bibin nehatine destnîşankirin. Têkilî bi hunermendan re didome.

Rêveberên Kampaniya Şemal dan zanîn ku armanca festîvalê ewe ku berhemên li Sûriyeyê tên hilberandin bidin nasîn û bazara herêmê geş bikin.

Beriya festîvalê bi 10 rojan dê bername bi giştî bi ragihandinê re bê parvekirin.

(bî/k)

ANHA