Li Til Temirê cenazeyê jinekê hate dîtin

Şêniyên navçeya Til Temirê cenazeyê jinekê li navçeya Til Temirê dît. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî dest bi lêpirsînê kir.

Li Til Temirê cenazeyê jinekê hate dîtin
6 mijdar, 2023   19:54
HESEKÊ

Nûçegihanê me li herêmê ragihandin ku xelkê bajêr cenazeyê jineke ciwan bi nave Serab Ebdullah El Mecîd Mele Elî (25) dîtiye. Jina ciwan ji gundê El Xira yê herêma Çiyayê Kizwan li navçeya Til Temirê ye.

Piştî bûyerê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînê kir. Her wiha tiba şerî jî bi bîr xist ku li gorî agahiyên pêşîn, Serab hatiye kuştin.

(şx)