Desteya Jin rola aborî û siyasî ya jinan nîqaş kir

Desteya Jin a Rêveberiya Xweser bi panelekê xurtkirina jinan di aliyên siyasî û aborî de nîqaş kir. Panel bi biryarên girîng bi dawî bû.

31 cotmeh, 2023   15:14
REQA

Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê ′Xurtkirina Jinê di aliyê siyasî û aborî de (êş-astengî-asoyên çareseriyê)′ panelek li dar xist.

Panel li Hola Mişwar a li rojavayê Reqayê bi beşdariya endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên Rêveveberiya Xweser hate lidarxistin.

Di beşa yekemîn a panelê de cîgira berdevka Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Semîra El Ezîz li ser mijara çawanya xurtkirina jinan di aliyê siyasî de axivî û got: "Hê jî pêdiviya civakên ku gavên destpêkê ber bi avakirinê ve diavêjin, bi xurtkirina jinan di tevahî aliyên aborî, siyasî, civakî û çandî de heye. Pêşketin û avakirina ku hemû beşên civakê beşdar nebin kêm dimîne."

Semîre destnîşan kir ku civakên pêşketî tevahî beşên xwe beşdarî avakirina şaristaniyê dikin û ji bo ku ji hêza wan sûd werbigirin rol dide wan.

Semîre bal kişand ser serketina şoreşa jinê li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Jinê hêza xwe ya dayînê ceriband, kir nimûne û wêneyeke geş da û pirsporî û hebûna xwe ya nayê paşguhkirin îsbat kir."

Gerînendetiya Rêveber a Komeleya Yasmîn Cîhan El Seîd di beşa duyemîn a panelê de li ser çawaniya xurtkirina jinan di aliyê aborî de axivî û behsa bandora hin kevneşopiyên civakî li jinan kir.

Panel bi van biryaran bi dawî bû:

Piştgiriya xebata veguharandina demokratîk, belavkirina çanda neteweya demokratîk, mafê cudabûn û pirrengiyê, hevqebûlkirin û têgînên pirrengiya civakî.

Danasîna lihevkirinên navneteweyî yên girêdayî qanûnên jinê, piştgirî û xwedîlêderketina wan.

Perwerdekirina jinan ji bo xwe gihîştina navendên biryarê.

Xurtkirina asta saziyên civaka sivîl ku parastina mafên jinan dikin.

Sûdwergirtina ji derfetên xwecihî û derve bi rêya xurtkirina peywendiyan.

Xurtkirina rola jinê di xebata aştî, lihevanîn û çareserkirina şeran de.

Piştgirî û fînansekirina projeyên xurtkirina jinê di aliyê aborî de ji hêla Desteya Jinê ve.

Zêdekirina panel, forum û rûniştinên der barê xurtkirina jinan di aliyên siyasî û aborî de.

Xebitandina li ser pêkanîna qanûna malbatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

(fr/c)

ANHA