Li Til Temirê 2 malbat li hev hatin

Meclisa Navçeya Til Temirê 2 malbatên, ku di encama qezayekê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û ji ber wê nakokî di navbera wan de çêbûbû, li hev anîn.

Li Til Temirê 2 malbat li hev hatin
Li Til Temirê 2 malbat li hev hatin
Li Til Temirê 2 malbat li hev hatin
Li Til Temirê 2 malbat li hev hatin
Li Til Temirê 2 malbat li hev hatin
Li Til Temirê 2 malbat li hev hatin
Li Til Temirê 2 malbat li hev hatin
Li Til Temirê 2 malbat li hev hatin
13 adar, 2024   17:17
HESEKÊ

Meclsia Navçeya Til Temirê yê Kantona Cizîrê rûniştineke lihevanînê di navbera du malbatan de li dar xist. Ew her du malbat li ser paşxaneya qezayekê li ser rêya giştî ya di navbera Til Temirê û Hesekê de di 7ˊê Adarê de bûbû û di encamê de Ednan El Xelef jiyana xwe ji dest dabû. Qeza bi sedema Ehmed Hemo Hesen çêbûbû.

Rûniştin li gundê El Huda yê li başûrê navçeyê bi beşdariya şêx û rûspiyên Ereb û Kurd ên Kobanê û Til Temirê û endamên saziyên sivîl û nûnerên ji partiyên siyasî hat lidarxistin.

Destpêkê îmamê mizgefta taxa El Hemra ya Til Temirê Mehmûd El Fenoş sersaxî da malbatê kesê wê mirî û dûre li ser rêgezên lêborînê û baweriya bi qedera xwedê axivî.

Şêxê êla El Begara ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Esed El Selman li ser navê malbata kesê xwe mirî bixêrhatina beşdaran kir û got: "Tu cudahî di navbera pêkhateyên herêmê de tune ne. Em hemû xelkê herêmê ne, adat û urfên me yek in."

El Selman wiha domand: "Qezaya ku di encamê de Ednan wefat kiriye bi destê xwedê bû. Her wiha malbata Hemo Hesen li ser birina Ednan bo nexweşxaneyê silav kir."

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd Şêxmûs axivî û got: "Tevahî pêkhate ji Ereb, Kurd, Suryan-Asûr bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, baweriya şêx û rûspiyên eşîran bi vê fikreyê li bin konê sersaxiyê kom bûn."

Rûniştina lihevanînê bi silavdayîna her du malbatan li gorî urf û adatên eşîran bi dawî bû.

(fr)