Li Til Hemîsê komkirina îmzeyan

Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abullah Ocalan îmze tên komkirin. Tê payîn ku komkirina îmzeyan 20 rojan dewam bike.

 Li Til Hemîsê komkirina îmzeyan
19 sibat 2024   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kampanyaya komkirina îmzeyan de ku 9’ê Sibatê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin, komîteya komkirina îmzeyan li navçeya Til Hemîsê ket nava tevgerê.

Li gorî endamên komîteyê, komkirina îmzeyan dê 20 rojan dewam bike û dê nêzî 100 hezar îmze werin komkirin.

Îmzeyên dê werin komkirin dê ji Konseya Ewropayê re werin şandin.

(eg)

ANHA