Nasnameyên 7 şehîdan hatin aşkerakirin

YPG’ê ragihand ku 6 şervanên wan 22’yê Çileyê di encameke qezayekê de şehîd bûne, her wiha şervaneke wan jî di encama nexweşiyê de şehîd bûye.

Nasnameyên 7 şehîdan hatin aşkerakirin
19 sibat 2024   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser şehîdbûna 7 şervanan daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin: 

“Şoreşa Rojava ya ku veguherî Şoreşa gelan ji bo jin û ciwanan hêviya pêkanîna jiyaneke azad afirand. Gelek jin û ciwan bê ku dudilî bijîn berê xwe didin nava refên azadiyê û li hemberî hemû êrişên pergala mêr dewlet a dagirker, nirxên civaka xwe diparêzin. Her çiqasî pergala modernîteya kapîtalîst bi polîtîkayên xwe yên pişaftinê hewl didin ciwanan bê bandor bikin, lê nirxên ku şoreşa me ava kiriye îro cardin bi ked û têkoşîna hevrêyên weke Zîn, Bakur, Bêrîtan, Kaya, Leheng, Şîlan û Çiyajîn tê parastin û ji bo ciwanan dibe rênîşaneya rêya xilasî û azadiyê.

Di 22’yê Çileya 2024’an de hevrêyên me Zîn Jînda, Bakur Efrîn, Bêrîtan Navdar, Kaya Amed, Leheng Qendîl û Şîlan Efrîn dema ku li ser erka xwe bûn, di encama qezayeke giran de şehîd bûn û tev li karwanên nemiran bûn. Di heman demê de em bi xemgîniyeke mezin radigihînin ku hevrêya me Çiyajîn Dirbêsiyê jî di 12’ê Sibata 2024’an de di encama nexweşiyê de gihîşte asta şehadetê.

Em wek YPG û YPJ di serî de ji bo malbatên hêja yên hevrêyên xwe û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Emê wek YPG û YPJ heta dawiyê têkoşîn bikin ta ku jiyana azad û modernîteya demokratîk bi serkeftinê tacîdar bikin.

Hevrêya me Zîn Jînda ku fermandara yekîneyê bû, di nava malbateke welatparêz de li bajarê Dêrikê çavê xwe li jiyanê vedike. Bi fikir û ramanên Rêber Apo mezin dibe û her dem xeyalê wê yê zarokatiyê azad kirin û dîtina Rêber Apo ye. Ev yek jî di meşa hevrê Zîn de dibe hêmaneke sereke û bi vê biryardariyê di sala 2016’an de beşdarî nava refên YPJ’ê dibe. Di meşa xwe ya azadiyê de ji bo avakirina kesayeta jina azad xwedî tevlîbûn û sekneke diyarker bû. Di şerê li hemberî DAIŞ’ê de di pêngavên rizgarkirinê de cihê xwe digre. Di heman demê de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk jî di Şerê Berxwedana Rûmetê de di eniyên herî pêş de cihê xwe digre û bi werêkiyeke mezin şer dike. Hevrêya me Zîn ku xwedî danehev û tecrûbeyên şer bû, di perwerdeyên bîrdozî de di naskirina rastiya şer û dagikeriyê de xwe gihande asteke zanistiyê. Her wiha ji bo ku gelê xwe di paradîgmaya netewa demoktratîk de zana bike, li her qada ku lêbû, civîn li dar dixistin û di derbarê rastiya DAIŞ û dagirkeriyê de gel agahdar dikir. Hevrêyên wê yên şehîd, Jînda Pakrewan bi rûkeniya xwe, şehîd Rêvan bi dilwêrekiya xwe, şehîd Zîn Kobanê jî bi dilê xwe yê mezin, her dem di meşa wê ya azadiya jinan de bûn rênîşanên têkoşîn û berxwedanê. 

Hevrê Bakur Efrîn jî di nava malbateke welatparêz a Efrînê de ji dayîk dibe. Di sala 2015’an de dema birayê wî Ehmed di şerê Helebê de şehîd dikeve, bi şehadeta wî pir bandor dibe û li hember dijmin hêrseke mezin digre. Her wiha gelek ferdên malbatê di nava hêzên parastinê de digrin, ev yek jî rastiya gelê Helebê yê şerker nîşan dide. Hevrêyê me Bakur bi sekna xwe ya fedakar û dilsoz xwe di warê leşkerî û jiyana şoreşgerî de pêşxist û di demeke pir kurt de bû xwedî ezmûnên mezin.

Hevrêya me Bêrîtan Navdar ku bi eslê xwe ji Serêkaniyê ye, li bajarê Amûdê mezin dibe. Dagirkirina bajarê wê Serêkaniyê, li ser wê pir bandor dike û biryara tevlêbûna nava refên şoreşê dide. Hevrê Bêrîtan bi îddîa û biryardariya têkbirina dagirkeriyê weke jineke ciwan di mijarên xwe naskirin û avakirina kesayeta jina azad de herdem xwedî hewldaneke xurt bû. Ruxmê ku pir ciwan bû û nû tevlê nava refên YPJ’ê bûbû, lê di rastiya welat û şoreşa jin de asteke zanistê di kesayeta xwe de ava kiribû û bi vê zanebûnê hemû erkên ku dikeve ser milên wê bi coş û kelecaneke mezin pêk anî.

Hevrêyê me Leheng Qendîl ku ew jî ji Serêkaniyê ye, ji netewa Ereb e. Di sala 2019’an de bi fikrê Rêber Apo bawer dike û bi zanista netewa demokratîk berê xwe dide nava refên YPG’ê. Her wiha ji lehengiya şervanên YPG û YPJ bandor dibe û bi berpirsyariya parastina welat û şoreşê bi awayekî aktîf tevlê dibe. Piştî ku di perwerdeyên bîrdozî û leşkerî re derbas dibe xwe di rastiya azadiya gelan a ku dikare hemû dagirkerî û desthiladariyan têk bibe, dibe xwedî lêhûrbûneke kûr û di eniyên cengê yên herî pêş de cihê xwe digrie.

Hevrêya me Şîlan Efrîn jî di nava rastiya şerê gelê şoreşgerî ya Helebê ku di dîroka şoreşa Rojava de bi nav û deng e, mezin dibe. Ji zaroktiyê xwe de rastiya şer, dagirkerî, êş û azarên ku bi xwe re dîtine nas dike û pêre rû bi rû dimîne. Li ser vê bingehê jî di temeneke ciwan de beşdarî nava refên şoreşê dibe. Di her warî de xwe ava dike û herî dawî jî ji bo ku di warê leşkerî de xwe kûr bike di perwerdeya branşan de asteke pisporiyê bi dest dixe û bi vî rengî berê xwe dide pratîkê. Di oxira parastina welat û jinan de bê teredût tevlê şer û jiyanê dibe, bi îdiayeke mezin jiyana şoreşgerî hembêz dike.

Hevrêyê me Kaya Amed jî ji paytexta Mîtaniyan Serêkaniyê ye û di sala 2016’an de ji bo parastina destkeftiyên şoreşê beşdarî nava refên YPG’ê bû. Bi rastiya şehîdan bandor dibe û ji bo tola wan hilîne bi cesareteke mezin li hemberî dijmin şer dike.  Di perwerdeyên bîrdozî-leşkerî re derbas dibe û di mijarên dîroka xwe naskirin, rastiya jin naskirin de dibe xwedî asteke zanistiyê. Bi ruhê xwe yê ciwantiyê ji bo hevalên xwe dibe çavkaniya moral û hêzê.

Herî dawî jî di dîroka 12’ê Sibata 2024’an de hevrêya me Çiyajîn Dirbêsiyê jî di encama nexweşiyê de tevlî karwanên şehîdan bû. Hevrêya me Çiyajîn Dirbêsiyê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe û di sala 2021’an de beşdarî nava refên şoreşê dibe. Bi dilpakî, dûristbûn û hezkirina xwe ya hevaltiyê cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de digre. Di Yekîneyên Xweser de bi awayekî aktîf rol dileyîze û bi berpirsyariyeke mezin tevlê jiyanê dibe. Herî dawî mixabin ku di encama nexweşiyê de di dîroka 12’ê Sibata 2024’an de giha asta şehadetê.

Wek YPG û YPJ, em careke din dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe re diyar dikin û em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe û gelê xwe re dixwazin. Hevrêyên me Zîn, Bakur, Bêrîtan, Leheng, Kaya, Şîlan û Çiyajîn bi baweriyeke mezin her kêliya jiyana xwe kirin bin xizmeta şoreşê, em ê jî wek şopdarên wan, bibin pêkanînerên xewn û xeyalên şehîdên xwe.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Bakur Efrîn
Nav û Paşnav: Emîn Ebdo
Navê Dayikê: Zelîxa
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 22’yê Çileya 2024

Nasnav: Bêrîtan Navdar
Nav û Paşnav: Ronahî Îbrahîm
Navê Dayikê: Silava
Navê Bav: Rodî
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 22’yê Çileya 2024

Nasnav: Kaya Amed
Nav û Paşnav: Mihemed Mano
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Silêman
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 22’yê Çileya 2024

Nasnav: Leheng Qendîl
Nav û Paşnav: Beşar Mihemed
Navê Dayikê: Safiye
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 22’yê Çileya 2024

Nasnav: Şîlan Efrîn
Nav û Paşnav: Şîrîn Hurik
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Qaziqlî
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 22’yê Çileya 2024

Nasnav: Zîn Jînda
Nav û Paşnav: Behiye Ebdilmecîd
Navê Dayikê: Emel
Navê Bav: Kawa
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa, 22’yê Çileya 2024

Nasnav: Çiyajîn Dirbêsiyê
Nav û Paşnav: Ronya Elî
Navê Dayikê: Nura
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 12’ê Sibata 2024