Li Til Hemîsê ji bo mexdûrên şerê Lubnanê alîkarî tê komkirin

Li bajarê Til Hemîsê ji bo mexdûrên şerê li Lubnanê alîkarî tê komkirin.

Li Til Hemîsê ji bo mexdûrên şerê Lubnanê alîkarî tê komkirin
Li Til Hemîsê ji bo mexdûrên şerê Lubnanê alîkarî tê komkirin
Li Til Hemîsê ji bo mexdûrên şerê Lubnanê alîkarî tê komkirin
Li Til Hemîsê ji bo mexdûrên şerê Lubnanê alîkarî tê komkirin
Li Til Hemîsê ji bo mexdûrên şerê Lubnanê alîkarî tê komkirin
12 cotmeh, 2024   15:29
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd di çarçoveya pêngava ku ji bo alîkariya mexdûrên şerê li Lubnanê de daye destpêkirin, konek li kolana sereke ya bajarê Til Hemîsê vegirt. Di roja yekemîn a vegirtina kon de elqeyeke mezin ji aliyê şêniyan ve hat nîşandan.

Meclisa Bajarê Til Hemîsê jî ji bo komkirina alîkariyan ji gund û komînên bajar komîte ava kirine.

Komkirina alîkariyan dê 20 rojan dewam bike.

Ji ber şerê ji 23ˈyê Îlonê ve yê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de bi hezaran sûriyeyî vegerîne warê xwe.

Hejmara kesên ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihişta 19 hezar û 132’yan ku 58 Lubnanî di nav de hene.

Koça ji Lubnanê ya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve dewam dike.

(bb)

ANHA