Sûcên dewleta Tirk ên li dijî zarokan hatin şermezarkirin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Nivîsgeha Parastina Zarokan a Kantona Minbicê sûcên li dijî zarokên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin.

Sûcên dewleta Tirk ên li dijî zarokan hatin şermezarkirin
12 cotmeh, 2024   16:18
MINBIC

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Nivîsgeha Parastina Zarokan a Kantona Minbicê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina gundê Tehnê ku di encamê de 2 zarok şehîd bûn û 3 zarok ji heman malbatê birîndar bûn 2 daxuyanî dan.

Nivîsgeha Parastina Zarokan li pêş avahiya wezaretan a Minbicê daxuyaniyek da. Cîgira Desteya Jinan Sena El Receb daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên ketober ên dewleta Tirk a dagirker ên li sijî sivîl û zarokan hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî, qanûnî û rêxistinên parastina zarokan hat kirin ku zarokan ji êrişan biparêzin û dewleta Tirk a dagirker ceza bikin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li Stadyûma 4ʹê Nîsanê daxuyaniyek da. Rêvebera meclisê Nesrîn Hesen Mele daxuyanî xwend.

Meclisê di daxuyaniya xwe de êriş şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan hewl dide ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe. Tirkiyeyê bi hemû rê û rêbazan dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ew êriş îsrara wan a dewama têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê zêde dike.

(fr)

ANHA