Hejmara qurbaniyên teqîna Ceramana gihîştiye 16 kesan

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê, hejmara qurbaniyên teqîna li bajarê Ceramana, li gundewarê Şamê gihîştiye 16 kesan, tevî kuştî û birîndaran.

Hejmara qurbaniyên teqîna Ceramana gihîştiye 16 kesan
7 tebax, 2026   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku hejmara qurbaniyên teqîna di otobusek giştî li xaçerêya Rawda li bajarê Ceramana, li gundewarê Şamê gihîştiye 16 kesan, tevî kuştî û birîndaran. 

Wezaretê diyar kir kir ku ev hejmara destpêkê ye û dibe ku zêde bibe.

Platform û hesabên li ser medyaya civakî daxuyaniyek belav kirin ku ji komeke ku xwe wekî "Minbar Ensar El Resûl" (Platforma Piştgirên Pêxember) bi nav dike, berpirsiyariya bombebaranê girtiye ser xwe. Lêbelê, ji rayedarên pêwendîdar der barê sûcdaran de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

(k)

ANHA