Wezareta Ragihandinê belavokeke nerast li ser Reqayê belav kir

Çavkaniyên xwecihî dan zanîn ku Wezareta Ragihandinê ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser komên xwe yên WhatsAppê belavokek bi navê "Reqayê ji bîr nekin" belav kir. Wezaretê îdia kir ku ew belavok li ser zimanê şêniyên bajêr e. Piştre aşkera bû ku belavok sexte ye û ji aliyê kesê bi navê Mihemed Esmer ve hatiye belavkirin.

Wezareta Ragihandinê belavokeke nerast li ser Reqayê belav kir
20 îlon, 2025   21:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Ragihandinê ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser komên xwe yên WhatAppê belavokek bi navê "Reqayê ji bîr nekin" belav kir. Wezaretê îdia kir ku belavok li ser zimanê şêniyên bajêr e.

Çavkaniyên xwecihî dan zanîn ku ew belavok nerast e û ji aliyê kesê bi navê Mihemed El Esmer ve ku ew jî girêdayî wezaretê ye, hatiye belavkirin.

Çavdêran diyar kir ku Wezareta Ragihandinê heman rêbaza wezareta berê ya rejîma Baasê dimeşîne, nexasim di aliyê belavkirina derewan û çîrokên nerast de.

(mh/şx)