Li Tebqayê xebatên amadekirina navendên ezmûnan didomin

Yekitiya Şaredariyan xebatên amadekirina navendên ezmûnan li bajarokên El Dibsî û Mensûrayê yên kantona Tebqayê didomîne.

Li Tebqayê xebatên amadekirina navendên ezmûnan didomin
Li Tebqayê xebatên amadekirina navendên ezmûnan didomin
Li Tebqayê xebatên amadekirina navendên ezmûnan didomin
Li Tebqayê xebatên amadekirina navendên ezmûnan didomin
Li Tebqayê xebatên amadekirina navendên ezmûnan didomin
Li Tebqayê xebatên amadekirina navendên ezmûnan didomin
Li Tebqayê xebatên amadekirina navendên ezmûnan didomin
17 hezîran, 2025   05:06
TEBQA

Di çarçoveya rêkeftina dawîn a di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, Yekitiya Şaredariyan a Tebqayê xebatên amadekirina navendên ezmûnan ji bo xwendekarên bawernameyên navîn û amadehî didomîne. Wê ezmûn li bajarokên Mensûra û Dibîs werin kirin.

Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê ji bo şopandina proseya ezmûnan komîteyek ava kir. Komîte ji endamên desteyên perwerde û fêrkirinê, tenduristî, enerjî, nivîsgehên ragihandinê û peywendiyan, Yekitiya Şaredariyan û Gerînendetiya Sotemeniyê hat avakirin.

Li gorî vê, Yekitiya Şaredariyan xebatên paqijî û amadekirina navendên ezmûnan kirin, daniştokên ezmûnan veguhastin û ava vexwarinê li dibistanan dabîn kir. Her wiha yekitiyê erebeyên agirkujiyê amade kirin û wê di dirêjahiya proseya ezmûnan de li navendan bin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Mensûrayê Salih El Salih têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Şaredarî xebatên xwe di çarçoveya avakirina maseya krîzê de, ya ji bo serketina proseya ezmûnan dike."

El Salih wiha domand: "Şaredariyan 9 dibistanên li Mensûrayê ji bo navendên ezmûnan hatine diyarkirin, paqij kirin. Dibistan li van herêman in; Um El Qura, Mensûra Bakur, El Musteqbel, dibistana navîn a Mensûra, Mihemed Nûr, El Qudis, Hesan Bin Sabit, Firat û El Huriye. Li Dibsî jî li 8 dibistan wê ezmûn bên kirin; Derar Bin El Ezwer, Ibin Reşîd, Hanî El Hemod, Xelîl El Hemod, Ebî Bin Ebî Talib, Dibsî Efnan, Dibsî Ferec xeleka yekemîn û Dibsî Ferec xeleka duyemîn."

Xebatên Yekitiya Şaredariyan roja çarşemê (11’ê Hezîranê) dest pê kir û dê roja duşemê (17’ê Hezîranê) bi dawî bibin. Bi wê re navendên ezmûnan ji bo pêşwazîkirina xwendekaran bi temamî amade dibin.

(fr)

ANHA